Peyama Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejna Bûna Hezretê Îsa

Bi helkefta Cejna Bûna Hezretê Îsa, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahî li Xiristiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

25 Berfanbar 2025 - 10:09
25 Berfanbar 2025 - 10:09
 0
Peyama Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejna Bûna Hezretê Îsa

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh (Çarşem, 24.12.2025) di peyamekê de daxwaza cejneka pirî xêr û xweşî ji bo Xiristiyanan kir û got: “Di vê helkeftê de, em pabendbûna xwe ya neguher bi parastin û pêşvebirina nirxên pêkvejiyana aştiyane û biratî û yekrêziya di navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê de tekez dikin.”

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Bi helkefta Cejna Bûna Hezretê Mesîh (silavên Xudê li ser bin), ez germtirîn pîrozbahî li Xiristiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û cejneka pirî xêr û xweşî ji wan re dixwazim.

Di vê helkeftê de, em pabendbûna xwe ya neguher bi parastin û pêşvebirina nirxên pêkvejiyana aştiyane û biratî û yekrêziya di navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê de tekez dikin.

Cejna we pîroz be û her bi şahî û tenduristî bijîn.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

Ev nûçe bi tevahî 11 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:12:30