Fermandarekî artêşa Tirkiyeyê ji ber qaçaxçîtiya mirovan hat girtin

- Fermandarekî artêşa Tirkiyeyê ku li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de qaçaxçîtiya mirovan dikir hat girtin.

28 Hezîran 2024 - 07:00
28 Hezîran 2024 - 07:00
 0
Fermandarekî artêşa Tirkiyeyê ji ber qaçaxçîtiya mirovan hat girtin

Fermandarê pilebilind ê Artêşa Tirkiyeyê mîrlîwa Bîlal Çokay bi tohmeta ku li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê  bi otomobîla xwe ya meqamê li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de qaçaxçîtiya mirovan dike hatibû malnişînkirin.

Çokay 26ê Hezîranê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Kaniya Xezalan li Enqereya paytexta Tirkiyeyê hatibû desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de Bîlal Çokay biribûn Rihayê.

Li gorî zanyariyan, Bîlal Çokay 27ê Hezîranî piştî karûbarên îfadeyê yên li dozgeriyê bi biryara dadgehê hat girtin

 

Ev nûçe bi tevahî 532 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:12:09