Fîdan û Blinken rewşa Sûriyeyê gotubêj kir

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di pêwendiyeke telefonî de rûdanên dawî yên li Sûriyeyê gotubêj kirin.

10 Berfanbar 2024 - 07:22
10 Berfanbar 2024 - 07:22
 0
Fîdan û Blinken rewşa Sûriyeyê gotubêj kir

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Antony Blinken û Hakan Fîdan li ser pêwîstiya veguhastina aştiyane ya desthilata Sûriyeyê gotûbêj kir.

Blinken tekezî li ser bicihanîna madeya 2254an a Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Blinken her wiha tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) kiriye û bal kişandiye ser dabînkirina parastina jiyana sivîlan û jêrxaneyên sivîlan.

Blinken di heman demê de ji Fîdan re dubare kiriye ku divê hemû aktorên li Sûriyeyê rêzê li mafên mirovan bigirin û hiqûqa însanî ya navneteweyî biparêzin.

 

Ev nûçe bi tevahî 487 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:38:34