Firokeyeke B-52 ya Amerîkayê kete xwarê

Li eyaleta Kalîforniyayê ya Amerîkayê, firokeyeke ji cureya B-52 ket xwarê. Tê texmînkirin ku her 8 endamên tîma firokeyê de jiyana xwe ji dest dabin.

16 Hezîran 2026 - 09:54
16 Hezîran 2026 - 09:54
 0
Firokeyeke B-52 ya Amerîkayê kete xwarê

Tora nûçeyan a CNNê, li ser zarê çavkaniyên ji Bingeha Hêza Asmanî ya Edwards a li Kalîforniyayê ragihand, firokeyeke bombehavêj a stratejîk a Amerîkayê ya ji cureya B-52 ket. Li gorî zanyariyên destpêkê, 8 kesên di nav firokeyê de bûn, di encama vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarên Bingeha Edwards diyar kirin, firoke ji bo "erkekî rûtînî" rabûye, lê piştî demeke kurt ketiye. Hat ragihandin ku tîmên hawarçûnê yekser gihîştine cihê bûyerê. 

Piştî rûdana vê karesatê, rêveberiya Bingeha Hewayî ya Edwards ragihand, firokxane hatiye girtin û hemû geştên asmanî ber bi firokxaneyên din ve hatine guhertin. 

Firokeya B-52 yek ji firokeyên herî kevn û bi hêz ên Hêza Asmanî ya Amerîkayê ye ku ji sala 1955an ve di xizmetê de ye. Ev firokeya mezin, dikare 70 hezar paund (nêzîkî 32 ton) bombe û cebexaneyê hilgire. Modela "B-52H" ku niha tê bikaranîn, wekî stûna sereke ya cebexaneya Amerîkayê tê zanîn û di operasyonên dawî yên girêdayî rageşiya navbera Amerîka û Îranê de jî hatibû bikaranîn.

Ev ne bûyera yekem e ku bi serê van firokeyên de tê. Berê di sala 2008an de li nêzî kenerên "Guam"ê firokeyeke B-52 ketibû û 6 karmendan jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha di sala 2016an de jî firokeyeke din di dema rabûnê de ketibû, lê wê demê tîma firokeyê bi silametî rizgar bûbûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 9 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:04:30