Fraksiyona PDKê daxwaza dabeşkirina xaniyan li ser malbatên şehîdên Pêşmerge dike

Endamekî Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê daxwaz ji Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê dike, xaniyan ji bo malbatên Pêşmergeyên şehîd terxan bike.

18 Mijdar 2023 - 11:02
18 Mijdar 2023 - 11:02
 0
Fraksiyona PDKê daxwaza dabeşkirina xaniyan li ser malbatên şehîdên Pêşmerge dike

Cîgirê Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Merîwan Qerenî ku di heman demê de endamê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ye jî ragihand, ran di nivîseke fermî de daxwaz ji Wezîrê Berevaniyê ya Iraqê kiriye ku li gorî madeyên 14 û 132 yên destûra Iraqê û yasaya saziya şehîdan, fermanê bide aliyên peywendîdar ên wezareta wî ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevahengiyê bikin, ji bo navên şehîdan tomar bikin û yekeyên nişticihbûnê li malbatên şehîdan belav bikin.

Da zanîn jî: “Di vê nivîsê de, me bi Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê anî ku 500 xanî ji bo malbatên şehîdên parêzgeha Kerkûkê hatine dabînkirin. Lê ti kesî ji xizmên Pêşmergeyan sûd jê wernegirtiye û bi sedan Pêşmergeyên ku di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûne jî, xelkê Kerkûkê ne.”

Qerenî got jî: “Me tekezî li ser wê yekê kir ku cudakirina Pêşmerge ji hêzên din ên Iraqê, binpêkirina prensîpên bingehîn ên destûr, yasayan û bernameya Hikûmeta Federal e, ku parlamentoya Iraqê dengê xwe li ser daye. Ji ber vê yekê jî me daxwaz kir ku tedbîrên pêwîst bên girtin û em ji encamê bên agahdarkirin.”

Ev nûçe bi tevahî 957 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:31:02