Hacî Mahmûd: Em ji hemû şandên konferansê re behsa serxwebûna Kurdistanê dikin

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mahmûd diyar kir ku ew li Konferansa Ewlehî ya Munihê ji hemû şandên li konferansê re behsa mijara serxwebûna Herêma Kurdistanê dikin.

17 Sibat 2017 - 12:07
17 Sibat 2017 - 12:07
 0
Hacî Mahmûd: Em ji hemû şandên konferansê re behsa serxwebûna Kurdistanê dikin

Li gorî agahiyên Kurdistan24ê Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mahmûd ê ku wek endamê şanda Herêma Kurdistanê li Konferansa Ewlehî ya Munihê ye, diyar kir ku ew wek şanda Herêma Kurdistanê ji hemû şandên li konferansê re behsa mijara serxwebûna herêma Kurdistanê dikin.

Hacî Mahmûd derbirî ku heta niha destûra Iraqê nehatiye bi cih anîn û loma Iraq û Kurdistan ji hev cuda bibin wê baştir be.

Tê zanîn ku duh şandeke ji H erêma Kurdistanê di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çûbû Almanya û beşdarî Konferansa Ewlehî ya Munihê bûbû. Sekreterê Giştî yê PSDKê Mihemed Hacî Mahmûd jî wek endam di wê şandê de cih girtibû.

Ev nûçe bi tevahî 1546 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:00:33