HAK-PAR, êrişa li dijî Mukrî Yezdanpena bi tundî şermezar kir
Ez bi tundî êrişa suiqestê ya ku ji aliyê rejîma dagirker, barbar a Îranê ve li Hewlêrê li dijî Mukrî Yezdanpena, berpirsê Têkiliyên Derve yê Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê û kurê Serokê PAKê Huseyîn Yezdanpena, hate kirin, şermezar dikim.
Ez ji bo Mukrî Yezdanpena ku di vê êrişê de bi giranî birîndar bûye, şifayeke lezgîn dixwazim.
Em hestên hevsolidariya xwe ji Serokê PAKê Huseyîn Yezdanpena û hemû kadroyên PAKê re radigihînin.
Em bawer in ku her kiryara xwînrij a ku ev rejîma barbar û kevnar a Mûlayan pêk tîne, dê temenê wê hinekî din jî kurtir bike.
Düzgün Kaplan
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)
Nûvekirina herî dawî: 15:22:36