HAK-PAR Êrîşên Îranê Şermezar Kir
Serokê Partiya Maf û Azadîyan-HAK-PAR'ê Düzgün Kaplan êrîşên artêşa Îran'ê li ser Kurdistana Başur şermezar kir
Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku îro (24.03.2026) serê sibehê ji ali Îranê ba êrişî li hêzên wan hatîye kirin û di vê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketine û 30 Pêşmerge birîndar bûne.
Ji 28ê sebatê virda gelek êrişên bi vî rengî ê "terorîstî" li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin. Em van êrişa bi tundî şermezar dikin.
Xuyaye, ev êriş bi balîstîk ên Îranê hatine kirin. Dijminî û hovîtîya kû iran li dijî kurda pêktîne, dûrî hemû pîvanên mirovahî û cîrantiyêye.
Divê hemû aliyên şer helwesta aştîxwaz a Herêma Kurdistanê bide ber çav û şer û aloziyan ji Herêma Kurdistanê dûr bixin.
Divê hükümeta federal a Îraq, civaka navneteweyî û hemû dezgehên aşîtîxwaz li hemberî van êrişan bê deng nemînin û li dijî van destdirêjiyê İranê tedbir bistînin û bi sînor bikin.
Em ev êrîşên kû bi mûşekan a Îranê baregehên Pêşmerge kirine armanc bi tundî şermezar dikin.
Em sersaxiyê ji malbat û xizmên Peşmergeyên kahraman kû bune şehîd re dixwazin û ji bo birîndaran jî daxwaza şifaya bilez dikin.
Nûvekirina herî dawî: 14:16:35