HAK-PAR salvegera damezrandina PDK Îranê pîroz kir

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê Düzgün Kaplan salvegera damezrandina PDK Îranê bi daxuyanîyek pîroz kır.

16 Tebax 2026 - 22:24
16 Tebax 2026 - 22:24
 0
HAK-PAR salvegera damezrandina PDK Îranê pîroz kir

Em salvegera damezrandina PDK Îranê ya ku di 16ê Tebaxa 1945an de bi serokatiya Qazî Mihemed li Mehabadê hatibû damezrandin û xizmetên mezin ji têkoşîna azadiya Kurdistanê re kiriye, pîroz dikin.

Dîroka 81 salan a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) tije ye bi rûmeta damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê û bi rumetta têkoşîna azadiyê ya ku bê rawestan dijî rejîma kolonyalîst ya Şah ê barbar û rejîma meleyan a paşverû meşandiye.

Em wek HAK-PAR di 81emîn salvegera damezrandina wê de hemû şehîdên azadiyê bi rêzgirî bi bîr tînin, dostên xwe yên PDK-Îyê pîroz dikin, di xebatên wan de serkeftinê dixwazin û daxwazên xwe yên piştevaniyê radigihînin.

 

Ev nûçe bi tevahî 104 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:27:54