HAK-PAR, 80’emîn Salvegera Damezrandina KDPê, Pîroz Kir

Serokê Giştî yê HAK-PARê Düzgün Kaplan, 80’emîn salvegera damezrandina KDPê pîroz kır.

16 Tebax 2026 - 13:46
16 Tebax 2026 - 13:47
 0
HAK-PAR, 80’emîn Salvegera Damezrandina KDPê, Pîroz Kir

16-ê Tebaxa 1946’an de, KDP bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî hat damezrandin. 

KDP xwedî dîrokeke mezin û serbilind e, ku tê de ji bo azadiya gelê Kurd serhildan û şoreşên gelek mezin hatine kirin.

16’ê Tebaxa 1946’an di heman demê de roja jidayikbûna Mesûd Barzanî ye.

Di ser rêberiya Mesûd Barzanî de, KDP di vê dîroka xwe ya serbilind de, bi avakirina Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê û gihandina wê heta deriyê serxwebûnê, rûmeteke mezin zêde kir.

KDP di vê herêmê de, ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê şekildan û hêzên dost û dijmin li gorî şert û mercên rojane cihê xwe diguherînin, bi israr siyaseta xwe ya ku berjewendiyên gelê Kurd esas digire domand û 80 salên xwe li dû xwe hişt.

Em wek HAK-PAR, 80’emîn salvegera damezrandina KDPê, ku ji bo têkoşîna azadiyê ya li hemû parçeyên Kurdistanê jî bûye çavkaniya îlhama, pîroz dikin.

Bi boneya 80’emîn salvegera jidayikbûna birêz Mesûd Barzanî, em ji bo wî tenduristî û jiyaneke dirêj dixwazin.

Û bawer dikin ku KDP, bi pêşxistina biratiyê û piştgiriyê di navbera hemû aliyên siyasî û dînî yên Başûrê Kurdistanê de, dê di hilberandina siyaseta neteweyî de jî serkeftî be; bi parlamentoyeke aktîfkirî û hikûmeteke nû dê yekîtiya siyasî û leşkerî jî pêk bîne.

80’emîn salvegera damezrandina KDPê û 80’emîn salvegera jidayikbûna birêz Mesûd Barzanî pîroz be.

Ev nûçe bi tevahî 123 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:22:37