HAK-PAR û PWKê êrîşên dronî yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin
Partiyên Kurdistanî yên li Tirkiyeyê, êrîşên vê dawiyê yên bi ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin û di wê baweriyê de ne ku armanca van êrîşan têkdana aramî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê ye. Her du partiyên Kurdistanî HAK-PAR û PWK serweriya Herêma Kurdistanê wekî destkeftiyeke netewî dibînin û banga parastina wê hem li Kurdan hem jî li civaka navdewletî dikin.

Komkûjiya Helebçeyê ji aliyê liqên Stenbolê yên Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWK’yê û Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR ve bi civîneka rojnamevanî hate şermezarkirin. Ev her du partiyên Kurdistanî ne tenê komkûjiya Helebçeyê, êrîşên vê dawiyê yên bi diron û mûşekan ên li dijî Herêma Kurdistanê jî şermezar kirin.
Endamê Civata PWK’ê Mihemed Dortyama ji ajansa K24ê re got: “Ev êrîşên li ser bajarê Hewlêrê, em wek li ser neteweya Kurd dibînin. Em bi tundî şermezar dikin. Em dibêjin; roj bi roj bila ev hêzên tundraw, van êrîşên xwe yên dijwar ên li ser miletê Kurd rawestînin. Miletê Kurd îro ji aliyê çar dewletên dagirker ve hatiye dorpêçkirin. Armanca wan a sereke ew e ku destkeftiyên miletê Kurd ên li her parçeyên Kurdistanê ji holê rakin an jî lawaz bikin. Ji ber vê yekê, ev êrîş bê wate ne; ev êrîş dê negihin armanca xwe. Kurd êdî birêkûpêk in, Kurd êdî daxwaza mafên xwe yên rewa dikin. Ji ber wê yekê jî, ev êrîşên ku îro tên kirin dê negihin armanca xwe.”
HAK-PARê jî nerazîbûneka tûnd li dijî êrîşan nîşan da û diyar kir ku armanca êrîşan têkdana serwerî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê ye û divê hemû Kurd xwedî destkeftiyên xwe yên netewî derkevin.
Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Mustafa Aytaş dibêje: “Kurdistan sed sal in bûye armanc. Heta niha berî Sykes-Picot’ê jî heta vê gavê jî armanc e. Şerê cîhanê li kû derê bibe bila bibe, lê bila ev şer li nav Kurdistanê nebe. Kurdistan rojekê dê bibe welatek; em ewê dixwazin. Bila Kurd yekîtiyê bikin; hemû xîret û partiyên Kurdan bila werin yek xet, yek hevkariyê li hemû cîhanê de, bila nîşan bidin ku em hene. Careke din em êrîşan şermezar dikin.”
Komkûjiya Helebçeyê ji bilî HAK-PAR û PWKyê ji aliyê DEM-Partiyê û çend partî û saziyên sivîl ên çepgir ve li Meydana Beyazıtê ya Stenbolê hate bibîranîn.
Nûvekirina herî dawî: 00:28:08






































































































































































