Hakan Fîdan Newroza Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê ji Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan wergirt.

23 Adar 2026 - 11:09
23 Adar 2026 - 11:09
 0
Hakan Fîdan Newroza Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Hakan Fîdan di peyama xwe de pîrozbahiyên herî germ gihandin Nêçîrvan Barzanî û Newroz wekî sîmbola xêr, hêvî û xaleke sereke ya çanda hevpar a herêmê pênase kir.

Fîdan hêvî kir ku Newroz bibe wesîleya xurtkirina dostanî, lihevtêgihiştin û parastina nirxên hevpar.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di beşeke din a peyama xwe de bal kişand ser rewşa niha ya herêmê û destnîşan kir ku herêm bi gelek astengiyan re rûbirû ye.

Hakan Fîdan hêvî kir ku ev cejn aştî û aramiyê ji bo hemû mirovahiyê bîne.

Hakan Fîdan di dawiya peyama xwe de silavên xwe yên ji dil gihandin Nêçîrvan Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê û hêviya saleke tije aştî û aramiyê ji bo wan xwest.

 

Ev nûçe bi tevahî 59 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:17:01