Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Swêdê endamtiya Swêdê ya di NATOyê de gotûbêj kirin

Wezîrê Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan ligel Wezîrê Derve yê Swêdê peywendiyeke telefonî pêk anî û got: "Divê bo endamtiya Swêdê ya NATOyê gavên pêwîst bên avêtin."

8 Hezîran 2023 - 03:39
8 Hezîran 2023 - 03:39
 0
Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Swêdê endamtiya Swêdê ya di NATOyê de gotûbêj kirin

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê, doh 7ê Hezîrana 2023an Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ligel Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom peywendiyeke telefonî pêk aniye.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di peywendiyê de Hakan Fîdan amaje bi gavên pêwîst ên bo endamtiya Swêdê ya NATOyê daye. Her du wezîran lihevkirine ku piştî civîna Mekanîzma Hevbeş a Daîmî careke din peywendiyekê bikin.”

Hatiye ragihandin ku Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom ji bo erka wî ya nû Hakan Fidan pîroz kiriye.

Dadgeha Bilind a Swêdê “di çarçoveya çalakiyên dijî PKKê” de radestkirina kesekî bo Tirkiyê pesend kiribû ku Tirkiyê ji bo erêkirina endamtiya NATOyê ya Swêdê wek merc diyar kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 560 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:03:18