Hejmara dengderên Herêma Kurdistanê hat ragihandin

Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Galayî hejmara hilbijêrên ku dê beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin eşkere kir.

14 Tîrmeh 2024 - 08:05
13 Tîrmeh 2024 - 17:25
 0
Hejmara dengderên Herêma Kurdistanê hat ragihandin

Galayî ragihand ku li Herêma Kurdistanê nêzîkî 3.8 milyon dengder hene, lê tenê 2 milyon û 901 hezar dengder ji bo gera şeşem a hilbijartinên parlamentoyê tomar kirine.

Galayî diyar kir ku di hilbijartinên giştî de 2 milyon û 672 hezar û di hilbijartinên taybet de jî 239 hezar kes dê dengê xwe bidin û beşdariya dengderan li parêzgehan wiha destnîşan kir:

“Li Hewlêrê milyonek û 16 hezar û 357 dengdêr hene û ji wan 928 hezar û 823 dengdêr di hilbijartinên giştî de û 82 hezar û 525 jî di hilbijartina taybet de deng didin.

Hejmara dengderan li Silêmaniyê milyonek û 3 hezar û 772 dengder e, di hilbijartinên giştî de milyonek û 146 hezar û 530 dengder û di hilbijartina taybet de jî 74 hezar û 915 dengder dikarin dengê xwe bidin.

Li Duhokê 738 hezar û 193 dengdêr hene; Ji wan 680 hezar û 443 hilbijêrên giştî û 55 hezar û 100 jî hilbijêrên taybet in.”

Ev nûçe bi tevahî 576 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:19:41