Îraq: Tirkiye dê yekşemê Baregeha Zêlkanê radest bike
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî ragihand ku li gorî peymana navbera Îraq û Tirkiyeyê, dê Tirkiye ji roja yekşemê ve Baregeha Zêlkanê radestî hêzên Îraqê bike.

Heyder Ebûdî her wiha bal kişand ser dosyeya partiyên Rojhilatê Kurdistanê û gotegotên hebûna hêzên Ukraynayê yên li Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler 21ê Çiriya Pêşîn ragihandibû ku heta ewlehiya sînorên wan bi temamî neyê misogerkirin ew hêzên xwe ji Îraq û Sûriyeyê venakişînin.
Ev daxuyanê bû sedema bertekên Bexdayê.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî di hevpeyvîneke televîzyonê de diyar kir ku wî û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê gotûbêj kiriye.
Ebûdî da zanîn ku wan ji Balyozê Îraqê yê Enqereyê xwestiye ku li ser vê helwestê dûvçûn û lêkolînê bike.
Vekişîna ji Zêlkanê û kontrolkirina Çiyayê Şingalê
Heyder Ebûdî li ser peymana ewlehiyê ya navbera Bexda û Enqereyê jî axivî.
Wî destnîşan kir ku di dema civîna 23yê Îlonê ya navbera Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li New Yorkê de, daxuyaniyeke hevpar hatibû belavkirin.
Li gorî wê daxuyaniyê, peyman li ser wê yekê hatiye kirin ku dewleta Îraqê kontrola Çiyayê Şingalê bixe destê xwe û baregeha Zêlkanê ya li Başîkê û xalên leşkerî bên valakirin.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê got, "Ji roja yekşemê ve ew xalên leşkerî radestî aliyê Îraqî tên kirin.
Ew kesên ku bi çekdarên nav Şingalê ve girêdayî ne jî dê tevî nav hêzên fermî yên ewlehiyê bibin."
Baregeha artêşa Tirkiyeyê dikeve nêzîkî gundê Gudadê ku tenê pênc kîlometreyan ji navenda navçeya Şêxanê dûr e û dikeve sînorê parêzgeha Nînovayê.
Çarenivîsa partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Îraqê
Berdevkê Hikûmeta Îraqê derbarê hebûna hêzên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê de tekez kir ku hevahengî heye da ku dosyeya çekdarên Îranî were diyarkirin û di vê derbarê de peyman û gavên bipêşketî hatine avêtin.
Ebûdî her wiha got, "Gotinên ku van demên dawî derbarê radestkirina wan a ji Îranê re tên bihîstin, heta niha tenê di asta guftûgoyê de ne û nebûne peymaneke dawî.
Çimkî çarçoveyeke yasayî ya navneteweyî heye ji bo serederîkirina bi wan çekdarên ku li welatekî ne û li dijî dewleteke din çalakiyan dikin."
Wî her wiha tekez kir ku Îraqê peyama piştraskirinê daye welatên cîran ku ew rê nade xaka wê bibe gef li ser asayîşa wan.
Ebûdî anî zimên ku dê Îraq di gavên xwe de pêbendî hemû yasa û çarçoveyên navneteweyî be.
Nûvekirina herî dawî: 10:06:18






































































































































































