Heleb: Li bajarokê Til Eranê 10 ciwanên Kurd hatin girtin û jinek birîndar bû
Hêzên ser bi Hikûmeta Demkî ve bi zêdetirî 200 wesayîtên leşkerî êrişî bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên Kurdnişîn kirin. Di serdegirtinan de jin hatin lêdan û gelek ciwan hatin girtin.

Li gundewarê rojhilatê Helebê, li bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên ku piraniya niştecîhên wan Kurd in, operasyoneke berfireh a ewlehiyê hat destpêkirin. Li gorî agahiyên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) û çavkaniyên herêmî hatine girtin, hêzên ewlehiyê yên "Hikûmeta Demkî" bi hêzeke mezin ketin nav her du bajarokan.
Di dema serdegirtina malan de, li bajarokê Til Eranê jineke Kurd a bi navê Nezha Hemkê, ji ber ku li hember êriş û reftarên hêzên ewlehiyê nerazîbûn nîşan da, bi tundî hat lêdan. Hat ragihandin ku di dema serdegirtinan de reftarên xerab li hemberî gelek jinên din jî hatine kirin.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, heta niha herî kêm 10 ciwanên Kurd ji aliyê van hêzan ve hatine girtin.
Hêzên ku beşdarî vê hemleya ewlehiyê bûne, ji çekdarên komên wekî "Emşat" û "Hemzat" pêk tên. Ev herdu komên çekdar bi ser bi Tirkiyeyê ve tên naskirin û herî dawî bi fermî tevlî "Wezareta Berevaniyê" ya Hikûmeta Demkî bûne.
Operasyona mal bi mal û lêgerîna li her du bajarokan hîn jî berdewam dike û eger hene ku hejmara girtiyan zêdetir bibe.
Nûvekirina herî dawî: 12:01:22











































































































































































