Dronek li Bexdayê hat xistin
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê drona ku li ser asmanê Herêma Kesk a Bexdayê dihat dîtin xistin. Ev bûyer di demekê de qewimî ku hikûmetê operasyoneke berfireh a dijî gendeliyê daye destpêkirin.

Berbanga îro 1ê Tîrmeha 2026an, li Herêma Kesk a Bexdayê ku navenda avahiyên hikûmetê û balyozxaneyan e, dengê guleyan hat bihîstin. Li gorî daxuyaniyên saziyên fermî, hêzên ewlehiyê rûbirûyî droneke nenas bûne ku li ser asmanê herêmê hat dîtin.
Jêderên ewlehiyê diyar kirin, teqe li wê drona nenas hatiye kirin. Piştî teqeyên giran, dron li "Bajarê Sedir" li ser malekê ket xwarê û ziyanên madî gihandin malê. Heta niha nehatiye eşkere kirin ku ew dron ji aliyê kî ve hatiye şandin.
Ev yek di demekê de ye, Hikûmeta Iraqê ji dawiya meha Hezîranê ve operasyoneke mezin a dijî berpirsên gendelkar daye destpêkirin. Li gorî zanyariyan, heta niha 67 kes ku di nav de parlamenter û berpirsên pilebilind hene, hatine girtin.
Herwiha Hêzên ewlehiyê li hemû kolanên sereke û derdorê Herêma Kesk hatine belavkirin, da ku rê li ber reviyana bersûcan bigirin.
Herêma Kesk ku parlamen, navenda hikûmetê û balyozxaneyên zêdetirî 10 welatan lê ne, di sê salên dawî de gelek caran bi dron û mûşekan bûye armanc.
Nûvekirina herî dawî: 12:01:37










































































































































































