Hemas: Îsraîlê 4 xalên peymana agirbestê bin pê kirin

Hemasê ragihand ku Îsraîlê 4 xalên peymana agirbestê bin pê kirine.

11 Sibat 2025 - 07:47
11 Sibat 2025 - 07:47
 0
Hemas: Îsraîlê 4 xalên peymana agirbestê bin pê kirin

Peymana agirbesta ji bo Xezeyê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de 19ê Kanûna Paşîn hatibû îmzekirin.

Hemasê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku Îsraîlê 4 xalên peymana agirbestê bin pê kirine.

Li gorî Hemasê Îsraîlê ev xal bin pê kirine:

"Vegera Filistîniyên ku ji cih û warên wan hatine kirin bi derengî hatiye xistin.

Li Xezeyê êrişên asmanî hatin kirin û gule berdan Filistîniyan.

Destûr nehat dayîn ku alavên vehewînê derbasî Xezeyê bibin.

Dereng destûr hat dayîn ku alavên tibî û derman derbasî Xezeyê bibin."

Berdevkê Lîwayên Qesamê Hemasê Ebû Ubeyde ragihandibû, ji ber ku Îsraîlê sozên peymana agirbestê bi cih neanîn, wan radestkirina dîlan a ku dê 15ê Sibatê bihata kirin bi paş paş xistiye.

 

Ev nûçe bi tevahî 693 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:07:43