Hevdîtina Şandeya Niştimanî ya Iraqê ya bi aliyên kurd re berdewam dike

Şandeyek Hevpeymaniya Nîştîmanî di çarçoveya hevdîtinên siyasî ya li gel aliyên kurd, piştî hevdîtinên li gel YNK û Tevgera Goranê îro derbasî bajarê Silêmaniyê bû.

6 Sibat 2017 - 08:13
6 Sibat 2017 - 08:13
 0
Hevdîtina Şandeya Niştimanî ya Iraqê ya bi aliyên kurd re berdewam dike

Şandeya Hevpeymaniya Niştîmanî ya Iraqê rojên borî çû Hewlêrê û li gel partiyên siyasî hin hevdîtin li dar xist. Şandeya Hevpeymaniya Nİştîmanî piştî hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê îro ji bo hevdîtinên li gel YNK û Tevgera Goran derbasî bajarê Silêmaniyê bû. Herwiha tê payîn ku şande serdana mala Celal Talabanî jî bike.

Li gor bernameya şandeya Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Iraqê piştî nîvro wê serdana buroya giştî ya Tevgera Goran bike û li gel berpirsên Tevgera Goran ji bo gotûbêjkirina projeyên wan kom bibe. Lewra di civana li Hewlêrê de Tevgera Goran tevlî civ,nê nekiribûn.

Ev nûçe bi tevahî 1575 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:43:19