Parlementoya Îranê hejmara parlementerên kurd zêde dike

Hikûmeta Îranê di hilbijartinên sala pêşiyê de dê hejmara parlementerên kurd zêde bike.

6 Sibat 2017 - 06:52
6 Sibat 2017 - 06:52
 0
Parlementoya Îranê hejmara parlementerên kurd zêde dike

Parlemenê Sîne, Seqiz û Baneyê Muhsîn Beglerî beyanatek da kurdpressê û da zanîn hejmara parlementerek yê eyaleta Sîneyê dê bê zêdekirin.

Muhsîn Beglerî her wiha da zanîn ji bo zêdekirina hejmara parlementerên kurd qerarek heye lê, hêj naveroka vê yekê bi berfirehî nehatiye aşkerekirin.

Beglerî got:"Bes ez dizanim li Seqizê dê parlementerek zêde bê hilbijartin."

Di Parlementoya Îranê de 290 parlementer hene û kurd li Kirmanşanê bi 8 parlementeran, li Urmiye bi 12, li Îlamê jî bi 3 parlementeran tên temsîlkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1912 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:23:01