Hevseroka DEM Partiyê: Gel daxwaza hilbijartina pêşwext dike

Hevserokên Giştî yên DEM Partî û DBP’ê li Colemêrgê bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan û destnîşan kirin ku gel daxwaza hilbijartina pêşwext dike.

6 Hezîran 2024 - 14:00
6 Hezîran 2024 - 14:00
 0
Hevseroka DEM Partiyê: Gel daxwaza hilbijartina pêşwext dike

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari û Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bi rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî yên bajar re civiyan.

Destpêkê Hatîmogûllari axivî û diyar kir: “Qeyûmê hatiye danîn, darbeyeke li dijî demokrasî û gelê kurd e.”  

Hatîmogûllari got: “Em li vir wan hişyar dikin, dê kesek êdî destûrê nede rejîma qeyûm. Li Tirkiye û Ewropayê her kes ji rejîma qeyûm re dibêje na. Ya ku tê kirin darbe ye.” 

Hevseroka DEM Partiyê got jî: “Di rewşekî qeyûm tên tayînkirin û mafê bijartin û hilbijartinê ji holê hatiye rakirin de, mafê daxwaza hilbijartina pêşwext a partiyên siyasî û gel heye.” 

 

Ev nûçe bi tevahî 1041 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:57:53