Hewlêr- Bi amadebûna Mesrûr Barzanî pêşangeheke navdewletî tê vekirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 16.08.2022an li Hewlêrê pêşangeheke navdewletî vedike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro saet 11:00ê beşdarî merasima vekirina sêyemîn pêşangeha navdewletî ya milk û veberhênanê ya Hewlêrê (Invest Expo 2022) dibe.
Tê çaverêkirin ku hejmareke mezin ji kompanyayên cuda yên mal û milk û veberhênanê beşdarî pêşangehê bibin û proje, plan û berhemên xwe pêşkêş bikin.
Kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyeke mezin dide avadankirin û sermayeguzariyê, di xala yazdemîn a bernameya kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê de hatiye: Em ê bixebitin ku bajar, navçe û taxan bi awayekî adil û hevseng ji nû ve ava bikin.
Nûvekirina herî dawî: 05:04:05