Hewlêr û Bexda li ser du mijarên giring dicivin

Şandeyeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina mûçeyê karmendan û dahatên ne-petrolî gihîşt Bexdayê.

2 Tîrmeh 2026 - 10:54
2 Tîrmeh 2026 - 10:54
 0
Hewlêr û Bexda li ser du mijarên giring dicivin

Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 2ê Tîrmehê bi serokatiya Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sebah, li Bexdayê ligel Wezareta Darayî ya Federal û Dîwana Çavdêriya Darayî dicive. Li gorî zanyariyan, rojeva sereke ya civînê mûçeyê meha Hezîranê û kêşeyên gumrikê ne.

Mijara herî giring a civînê, mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê ye. Hikûmeta Herêmê berê neçar mabû ku mehane 120 mîlyar dînar ji dahata xwe ya navxwe (ne-petrolî) bide Bexdayê. Lê belê şandeya Herêmê niha dibêje, ji ber guherînên li navçeyê dahat kêm bûye û amadekirina wî birê zehmet e.

Li gorî peyamnêrê Kurdistan24ê Şivan Cebarî, şandeya Herêmê pêşniyar kiriye ku li gorî "Yasa Kargêriya Darayî", %50ê dahata navxwe radestî Bexdayê bikin û di berdêlê de, mûçeyê karmendan bi temamî were dabînkirin.

Mijara duyemîn a civînê pergala dîjîtalkirina gumrikan (Asycuda) ye. Tevî civînên hefteya borî jî, hîn li ser pênaseya gumrikê û kontrolkirina dergehên sînorî lihevhatin pêk nehatiye. Bexda dixwaze sîstema gumrikê ya Herêmê bi temamî di bin kontrola navendî de be, lê Hewlêr daxwaz dike ku para Herêmê ji dahata gumrikê bi awayekî zelal were diyarkirin.

Ev civîn piştî serdanên sê şandeyên cuda yên hefteya borî tê, ku wekî hewildaneke dawî ya ji bo çareserkirina "girêka mûçe û dahatê" ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de tê nirxandin.

 

Ev nûçe bi tevahî 13 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:57:44