Qeter: Di gotûbêjên navbera Amerîka û Îranê de pêşkeftin heye
Wezareta Derve ya Qeterê ragihand, danûstandinên nerasterast ên di navbera Washington û Tehranê de pêşkeftineke baş bi xwe ve dîtine û gereke nû ya gotûbêjan di rê de ye.

Wezareta Derve ya Qeterê derbarê gotûbêjên dawî yên di navbera Amerîka û Îranê de daxuyaniyek belav kir. Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê, Macid Ensarî, li ser hesabê xwe yê fermî yê X’ê ragihand, danûstandinên nerasterast ên li Dohayê bi encamên erênî bidawî bûne.
Li gorî Ensarî, navbeynkarên Qeter û Pakistanê bi cihê ligel şandeyên Amerîka û Îranê civiyane. Di civînan de li ser hûrguliyên "Belgeya Lihevkirinê ya Îslamabadê" û encamên lûtkeya Losernê gotûbêjên kûr hatine kirin. Hat diyarkirin ku her du alî li ser gelek xalan gihîştine têgihiştineke hevpar.
Di daxuyaniyê de hat aşkere kirin, her du alî li ser diyarkirina dema civîna bê li hev kirine. Biryar hat girtin ku civîna bê piştî merasîma veşartina Rêberê berê yê Îranê Elî Xameneyî were encamdan. Elî Xameneyî di dawiya meha Sibata 2026an de, di encama êrişeke Amerîka û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dabû.
Ji aliyê din ve, Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî derbarê civînê de diyar kir, wan li ser mîkanîzma bikaranîna beşek ji pereyên Îranê yên blokekirî û pabendbûnên Amerîkayê nîqaş kirine.
Lê belê Xerîbabadî rexne li Washingtonê girtin û Amerîka bi binpêkirina belgeya lihevkirinê ya derbarê "bidawîkirina şerê Libnanê" de tawanbar kir. Her wiha Îranê di civînê de nîgariyên xwe derbarê zêdekirina hêzên Amerîkayê li herêmê û gefên Washingtonê gihandine navbeynkarên Qeterî û Pakistanî.
Nûvekirina herî dawî: 12:00:56









































































































































































