Hewlêr û Bexda li ser riya Kerkûkê li hev kirin

Rêveberê Polîsê Pirdê Eqîd Abdîn Necmedîn ragihand, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê derbarê rêya Kerkûk-Pirdê rêkeftine lê maye rêkeftin ji aliyê wezîrên navxwe yên herdu aliyan ve were îmzekirin.

7 Tebax 2018 - 04:02
7 Tebax 2018 - 04:02
 0
Hewlêr û Bexda li ser riya Kerkûkê li hev kirin

Rêveberê Polîsê Pirdê da zanîn, ku di civîna 5ê Tebaxê de şandên herdu hikûmetên Herêma Kurdistan û Iraqê gihiştine rêkeftinê lê divê rêkeftin ji aliyê wezîrên navxwe yên herdu aliyan ve were îmzekirin û got: “Tê çaverêkirin di demeke nêzîk de rêkeftin were îmzekirin û riya Kerkûk û Hewlêrê vebe.”

Eqîd Abdîn Necmedîn ji Rûdawê re got: “Xalekî rêkeftinê danîna rêbendekî hevbeş e di navbera Şêrawa û Pirdê de. Hikûmeta Iraqê jî razî bûye ku xala gumrigê li nêzîkî Pirdê nedayne û li nêzîkî Kerkûkê dayne.”

Bi gotina Abdîn Necmedîn hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li Pirdê bi awayeke demkî pirekî hesin ava bike û paşî dê hikûmeta Iraqê pira li vê navçeyê bi temamî çêbike.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê rêya Hewlêr û Kerkûkê hatibû girtin. Rêya Hewlêr û Kerkûkê bi tevê ku rêya sereke ya di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de ye, rêyeke stratejîk a bazirganiyê ya navçeyên naverastê Iraqê ye jî.

Ev nûçe bi tevahî 931 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:15:18