Hewlêr û Bexda rûpeleke nû vedikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandekê serdana Bexdayê kir û piştî civîna bi her sê serokatiyên Iraqê re ragihand, têgihîştineke baş hebû û ji bo pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mane, bêne çareserkirin.

17 Tîrmeh 2019 - 05:17
17 Tîrmeh 2019 - 05:17
 0
Hewlêr û Bexda rûpeleke nû vedikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serokatiya şandekê ku ji Cîrgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî û hejmarek wezîr pêk hatibû, di yekemîn serdana xwe de ragihand, têgihîştineke gelekî baş hebû û hemû tiştê pêwîst bihata gotin, ji aliyê şanda Herêma Kurdistanê ve hat behskirin. Ji bo çareserkirina hemû pirsan, di demeke nêzîk de dest bi guftûgoyên teknînkî dikin.

Hevdem jî, her sê serokatiyên Iraqê, ji bilî bilindnirxandina serdana şanda Herêma Kurdistanê, tekezî li çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mane di çarçova destûrê de kirin.

Roja 15ê Tîrmehê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî yekem civîna xwe girê da û di yekemîn civîn de ji bilî ku çendîn biryarên girîng ji bo çaksazî û başkirina rewşa Herêma Kurdistanê, biryar da ji bo derbirîna niyazpakiyê şandeke bilind a Hikûmetê bi serokatiya Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê bike.

Ev nûçe bi tevahî 913 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:19:41