Hewlêr û Bexdayê li ser şandina petrolê li hev kir

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku wan li gel Herêma Kurdistanê ji bo hinartina petrola Kerkûkê ya bi rêya Herêma Kurdistanê gihîştine rêkeftinê.

18 Adar 2026 - 11:22
18 Adar 2026 - 11:22
 0
Hewlêr û Bexdayê li ser şandina petrolê li hev kir

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku wan li gel Herêma Kurdistanê ji bo hinartina petrola Kerkûkê ya bi rêya Herêma Kurdistanê gihîştine rêkeftinê.

Heyan Ebdulxenî diyar kir ku petrola Kerkûkê dê bi rêya boriyê were hinartin û di nava du rojên bê de dê rojane bigihe 250 hezar bermîlî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir. Mesrûr Barzanî got, “Bi liberçavgirtina rewşa neasayî ya ku welat pê re rûbirû bûye û ji bo derbaskirina vê rewşa dijwar, me biryar da ku di demeke herî nêzîk de rê bidin ku petrol bi rêya boriya Herêma Kurdistanê biçe.”

Mesrûr Barzanî daxuyand ku dê dan û standinên wan ên li gel hikûmeta federal a Bexdayê bidomin da ku astengiyên li ser hawirde û tevgera bazirganî ya li Herêma Kurdistanê werin rakirin.

Her wiha wî tekezî li ser dabînkirina garantiyê ji bo şirketên petrol û gazê kir da ku karibin bi silametî dest bi hilberînê bikin.

Wezareta Petrolê ya Îraqê daxuyandibû ku wan daxwaz ji Hewlêrê kiriye ku petrola Kerkûkê bi rêya boriyên Kurdistanê bişînin bendera Ceyhanê lê Herêma Kurdistanê ev daxwaz red kiriye.

Piştî vê daxuyaniyê Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Kurdistanê ew îdia red kiribûn.

Beriya ku îşev Parlamentoya Îraqê li ser vê mijarê bicive, ev rêkeftin hate kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 39 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:31:13