Hewlêr bombebarana Artêşa Tirkiyê şermezarkir
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve bombebarankirina hemwelatiyên sivîl li bajarokê Şêladizê şermezar kir û ji Tirkiyê xwest ku bombebaranên xwe rawestîne û prensîbên cîrantiyê bicih bîne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê duh bi şev (20-09-2017), bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand: “Balafirên şer ên Tirkiyê li devera Behdînan û navçeyên Nêrwe-Rêkan bi qestî çend cih bombebaran kirin û di encamê de 7 hemwelatî şehîd bûn.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku ew hemwelatî ji bo karên xwe yên rojane çûne nav bax û rezên xwe, balafirên Tirkiyê jî bi hênceta hebûna kampên PKKê liş deverê, bombe bi ser wan hemwelatiyan de barandiye.
Daxuyanî diyar dike: “Em wele Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bombebarana balefirên şer ên Tirkiyê şermezar dikin, ku bûye sedema şehîdbûna hejmareke hemwelatiyên Kurdistanê. Ji Tirkiyê jî dixwazin, ku bombebaranên bi vî awayî rawestîne, ji ber ku ziyanê digihîne hemwelatiyên Kurdistanê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê xwest pirensîbên cîrantiyê biparêze.
Nûvekirina herî dawî: 18:33:07