Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkcî Kir

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mehmet Alî Yilmaz pêk hatî, roja înyê,13.03.2026ê, li Amedê, seredana mala ku mamosteyê hêja Îsmaîl Beşîkçî lê dimîne kirin.
Heyeta PWKyê ji ber başbûna tenduristîya mamoste Îsmaîl Beşîkçî dilxweşîya xwe dîyar kirin.Şîfaya xêrê ji mamoste re xwestin.
Mamoste Îsmaîl Beşîkcî û rêvebirên Weqfa İsmaîl Beşîkcî jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kirin.
Ji ber hesasîyeta rêvebirên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, wêneyê ku me bi Mamoste Îsmaîl Beşîkcî re kişandîye emê belav nekin.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Nûvekirina herî dawî: 13:07:41











































































































































































