Di êrişa li ser baregeha Sazûmana Xebatê de 2 Pêşmergeyan canê xwe ji dest da
Sazûmana Xebat a Kurdistana Îranê ragihand ku bi dronan êrişî baregehên wan ên Pêşmergeyan hatiye kirin û ziyanên canî hene.

Sazmana Xebat a Kurdistana Îranê belav kir ku doh piştî nîvro, Komara Îslamî ya Îranê bi dronan êrişî baregeheke hêza wan a Pêşmergeyan a li bilindahiyên Başîkê yên li parêzgeha Nînowayê kiriye.
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin di encama êrişê de du Pêşmergeyên bi navên Îqbal Salihî yê xelkê Seqizê û Fexredîn Muradî yê xelkê Sneyê (yên Rojhilatê Kurdistanê) canê xwe ji dest daye.
Her di wê êrişê de 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
Ev êriş di demekê de ye ku ji 28ê meha borî ve dema ku şerê navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê dest pê kiriye, çend caran êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Nûvekirina herî dawî: 12:01:49







































































































































































