Hêzên Tirkiyê gundekî Aşûriyan li Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar navçeya Til Temir topbaran kirin.

7 Îlon 2022 - 06:31
7 Îlon 2022 - 06:31
 0
Hêzên Tirkiyê gundekî Aşûriyan li Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirê wê gundekî Aşûriyan li navçeya Til Temir a Rojavayê Kurdistsanê topbaran kirin.

Topbarankirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve berdewam e.

Li gor çavkaniyên xwecihî, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve ji duh 6ê Îlonê ve ji bingeha xwe ya li gundê El-Dawudiyê yê navçeya Serê Kaniyê, gundê Til Tewîl ê Aşûriyan li navçeya Til Temir a Rojavayê Kurdistanê bi dijwarî topbaran kirin. Heta niha ti zaniyarî derbarê ziyanên topbarana ser wî gundî de nehatine belavkirin.

Ew di demekê de ye ku duh artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê gundê Fatsê, bajarokê Hîşe û rêya navdewletî li derdora bajarokê Eyn Îsa li Rojavayê Kurdistanê topbaran kiribûn.

Ev nûçe bi tevahî 652 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:57:26