Li Tirkiyê dê bacanên sor bê destûr neyê hinardekirin

Wezareta Bazirganiya Tirkiyê, biryar da kes bê destûr bacanên sor û salçê hinarde neke.

7 Îlon 2022 - 06:29
7 Îlon 2022 - 06:29
 0
Li Tirkiyê dê bacanên sor bê destûr neyê hinardekirin

Li Tirkiyê ji ber rê li ber bihabûn û enflasyonê bê girtin, hinardekirina tomate û salçeyê hat sînordarkirin.

Biryara Wezareta Bazirganiya Tirkiyê ya derbarê hinardekirina bacanan û salçe de îro 7ê Îlonê di “Rojnameya Fermî” de hat weşandin. Li gor biryarê ji bo welatî yan bazirgan bikaribin tomate û salçe hinardeyî derveyî welat bikin, divê pêştir destûrê ji wezareta bazirganiyê bistînin.

Wezareta Bazirganiya Tirkiyê ragihand, hinardekirina bacanên sor û salçe zêde dibe û ji ber seqamgiriya bihayên nav welêt û enflasyonê tedbîrên sînordarkirina hinardeyê hatine wergirtin.

Ev nûçe bi tevahî 701 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:13:48