Hêzên Tirkiyeyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, daxuyaniya yekem hat
Fermandarê Lîwaya Bakur a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ebû Omer Idlibî li ser çûna leşkerên Tirkiyeyê ya Serê Kaniyê ji ajansa Rûdawê re axivî.

Çavkaniyên herêmî ragihand doh êvarê karwanekî leşkerî ya Tirkiyeyê derbasî bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bûye.
Li gorî nûçeya North Pressê, karwan di Deriyê Edwaniyeyê re derbasî bajêr bûye ku li rojavayê Serê Kaniyê ye.
Di medyaya Tirkiyeyê de jî hat îdiakirin ku leşkerên Tirkiyeyê ji Efrîn, Serê Kaniyê û bakurê Helebê ve derbas bûne.
Medyaya Tirkiyeyê angaşt kir ku karwanên leşkerî yên Tirkiyeyê ber bi Minbicê ve çûne û birêvebiriya Şamê jî di heman demê de hêzên nû û dron û top şandine Dêrezorê.
Ebû Omer Idlibî çi got?
Fermandarê Lîwaya Bakur a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ebû Omer Idlibî li ser mijarê ji Rûdawê re got:
“Heta vê kêliyê ti pêşhatên meydanî yên metirsîdar nînin, hêzên Tirkiyeyê rasterast derbasî Minbicê nebûne û li Dêrezor an Serê Kaniyê jî hêzên zêde yên neasayî nehatine şandin.”
Idlibî diyar kir ku "rewş di bin kontrolê de ye" û hêzên li qadê ji bo parastina ewlehî û aramiyê erkê xwe ya asayî bi cih tînin.
“Rewş di bin kontrolê de ye”
Ebû Omer Idlibî destnîşan kir ku piraniya nûçeyên tên belavkirin dikevin çarçoveya "şerê medyayî” û ev tişt gotin:
“Heta vê kêliyê, ti pêşhatên meydanî yên metirsîdar nînin, hêzên Tirkiyeyê rasterast derbasî Minbicê nebûne û li Dêrezor an Serê Kaniyê jî hêzên zêde yên neasayî nînin.
Rewş di bin kontrolê de ye û hêzên li qadê erkê xwe yê asayî yê parastina ewlehî û aramiyê bi cih tînin.
Gelek tiştên tên belavkirin beşek in ji şerê medyayî û belavkirina dilgiraniyê. Em teqez dikin ku rastiya li qadê vê mezinkirinê nîşan nade.
“Guh medin gotegotan”
Em bangî xelkê xwe dikin ku guh nedin gotegotan û agahiyan tenê ji çavkaniyên cihê baweriyê wergirin.
Ewlehiya xelkê û aramiya herêmê karê sereke ye û ti biryarên aloziyê an leşkerî yên ku ji kontrolê derketine nînin.”
Nûvekirina herî dawî: 12:05:05





































































































































































