Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tawanên li hember misilmanên Myanmarê Şermezar kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tawanên li dijî hemwelatî û misilmanên rohingya yên li Myanmarê şermezar kir.

8 Îlon 2017 - 04:34
8 Îlon 2017 - 04:34
 0
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tawanên li hember misilmanên Myanmarê Şermezar kir

Naveroka daxûyanyê de tê gotin ku; "Em van tawanên kuştin, zilm û derbederkirina dijî hemwelatiyên sivîl û misilmanên rohingya yên li Myanmarê, bi tundî şermezar dikin.

Gelê Kurdistanê ku karesatên kîmyabaran, enfal û tawanên DAIŞê yên li dijî xwişk û birayên êzidî û pêkhateyên din ên Kurdistanê dîtine, ji nêzîk ve êş û janên misilmanên rohingya hîs dike û hevsozî û piştgiriya xwe nîşan dide.

Cihê dilgiraniya me ye ku civaka navdewletî nekarê rê li wan tawanan bigre û dubare dibin û daxwaz dikin ku pêngaveke cidî were avêtin û dawî bitrajedî û karesata bi ser xelkê sivîl û bêdesthilat ên rohingya were û tawanbar werin cezakirin." Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê.

Ev nûçe bi tevahî 1823 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:56:51