Li Colemêrg li hember Serokê Şaredarî êriş hat kirin

Li bajaroka Silehya ya ku 20 kîlometre nêzî bajarê Colemergê, bi bombeyên deng û çekan êrîş birin ser xaniyê şaredar.

8 Îlon 2017 - 04:17
8 Îlon 2017 - 04:17
 0
Li Colemêrg li hember Serokê Şaredarî êriş hat kirin

Hat ragihandin ku dema êrîşê şaredarê serbixwe yê ne girêdayî partiyan Fatîh Keskîn ne li mal bû.

Parêzvanên şaredar û xizmên wî bi çekan bersiva êrîşê dan ku hat zanîn êrîşkar reviya ne û ti kesek birîndar nebûye.

Piştî bûyerê ji bo girtina êrîşkaran operasyon hat destpêkirin.

Tê gotin ku bûyer îşev (7.9.2017) li demjimêr 22:00yan rû daye û li gor ragihandina rayedarên ewlekariyê êrîş ji aliyê endamên PKKê ve hatiye kirin.

Ev nûçe bi tevahî 2049 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:07:24