Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojeke vê hefteyê kire bêhnvedan
“Roja duşemê 8ê Tebaxa 2022yan ku dikeve roja 10ê Muherema 1444an a Koçî, li hemû saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 8ê vê mehê weke bêhvedana fermî li hemû saziyên hikûmetê ragihand.
Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Roja duşemê 8ê Tebaxa 2022yan ku dikeve roja 10ê Muherema 1444an a Koçî, li hemû saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye.”
Di daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî de hat eşkerekirin, roja sêşemê 9ê Tebaxa 2022yan li hemû saziyan dewama fermî heye.
Nûvekirina herî dawî: 14:49:46