Hilbijartinên 31ê Adarê: 6 kes hatin kuştin, 62 kes hatin birîndarkirin

Li ser hilbijartinên 31ê Adarê, bi taybetî jî li ser muxtariyan gelek alozî û pevçûn çebûn.

2 Avrêl 2024 - 08:17
2 Avrêl 2024 - 08:17
 0
Hilbijartinên 31ê Adarê: 6 kes hatin kuştin, 62 kes hatin birîndarkirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 17ê Adarê ve di van pevçûnên li ser muxtariyê de 6 kes hatin kuştin, 62 kes jî hatin birîndarkirin.

Li Bakurê Kurdistanê li Rihayê ser muxtariyê du kes hatin kuştin.

Herwiha li Amedê kesek, li Mêrdînê kesek û li Sêrtê jî kesek li ser muxtariyê hatin kuştin.

Li Tirkiyeyê jî li Stenbolê jî kesek li ser muxtariyê hat kuştin.

Li hêla din, di pevçûnên li ser hilbijartinê de jî 62 kes hatin birîndarkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 412 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:56:09