HSD 2 çeteyên DAIŞê li Minbicê desteser dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û 2 çeteyên DAIŞê li Minbic desteser kirin ku beşdarî di gelek kiryarên teroristî de kiribûn.

11 Tîrmeh 2023 - 03:58
11 Tîrmeh 2023 - 03:58
 0
HSD 2 çeteyên DAIŞê li Minbicê desteser dike

Navenda ragihandinê ya HSDê belav kir, yekîneyên taybet ên HSD û bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî, 2 çeteyên DAIŞê (Macid Mihemed El-Mihemed Hilal û Husên Hesen El-Şerîf) li bajarê Minbic desteser kirin.

Li gorî daxuyaniya Navenda ragihandinê ya HSDê belav, ev herdu çete ji sala 2016an ve tevlî DAIŞê bûne û beşdarî di kiryarên teroristî de kirine.

Ev di demekê de ye, Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê meha borî ragihandibû ku bi dehhezaran çeteyên DAIŞê di zîndanên wan de girtî ne û ev yek li ser mile wan bûye barekî giran, êdî ew ê dest bi dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê bike.

Ev nûçe bi tevahî 930 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:54:47