HSD: Çekdarên hikûmeta Şamê li Dêr Hafirê komkujî kir
- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku çekdarên girêdayî hikûmeta Şamê, li Helebê bi dron û bombeyan êrişî gundê Um Tînayê yê Dêr Hafirê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, 7 sivîl hatine kuştin û 4 sivîl birîndar bûne.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da zanîn ku di nav kuştiyan de zarok jî hene.
HSDyê daxuyand êrişên komên girêdayî hikûmetê bi "dronan dest pê kiriye û li pey wê saet 19:00an topbaraneke dijwar dest pê kiriye ku rasterast malên welatiyan kirine armanc."
Li gorî daxuyaniyê, di encama van êrişan de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha 4 sivîl jî birîndar bûne.
Di nav kuştiyan de pitikekî yek salî û zarokekî 4 salî jî hene.
Dêr Hafir wekî herêmeke stratejîk tê dîtin û van demên dawiyê bûye şahidê pevçûnên demkî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên hevalbendên hikûmeta Şamê.
Piraniya herêmê di bin kontrola HSDyê de ye.
Li herêmên di navbera HSD û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de li çolterên parêzgehên Heleb û Dêrezorê dem dem şer û pevçûn û her wiha topbaran rû didin ku di encamê de qurbanî çêdibin û her du alî hevdû tohmetbar dikin.
Nûvekirina herî dawî: 09:12:11