PWKyê bi resepsiyonekê 2 saliya xwe pîroz kir
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li salona oteleke Amedê bi resepsiyonekê salvegera xwe ya 2yemîn pîroz kir.

Li gel birêvebir û endamên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan û şandeyeke HAK-PARê, Serokê Giştî yê PDK-Tyê Reşît Akici, şandeyên PSK, PDK-Bakur, KKP, Pêlkurd, Koma Bangewaziya Milî Demokrat, DDKD, Platforma Ciwanên Serbixwe, Komeleya Şêx Seîd, Serokê KURT-KAVê Mehmet Celal Baykara, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, Serokê GUNSÎADê Şahîsmaîl Bedîrhanoglu, Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, Seroka Meclisa DTSOyê Nevîn Îl, Serokê DÎTAMê Mesut Azîzoglu, Nûnerê BANê Ahmet Kanî, Nûnerê TÎHVê Murat Aba û gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd beşdarî resepsiyona salvegera 2yemîn a PWKyê bûn.
Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê PDK-Tyê Mehmet Emîn Kardaş, Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd jî bi peyamên xwe salvegera 2yemîn a PWKyê pîroz kir.
Di destpêka resepsiyonê de, Cîgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay bixêrhatina beşdaran kir û ji ber beşdariyê spasiya hemû partî û komên siyasî, dezgehên sivîl û hemû beşdaran kir.
Paşê bi sirûda neteweyî "Ey Reqîb", ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin.
Piştî rêzgirtinê, Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, salvegera 2yemîn a PWKyê pîroz kir û derbarê "pêvajoya çareseriyê" de nêrîna PWKyê anî ziman.
Nûvekirina herî dawî: 09:10:44