HSD ji Minbicê venakişe

Hat îdiakirin, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/QSD) ku hatibû ragihandin dê hin herêmên li rojavayê çemê Firatê radestî artêşa Sûriyê bike,ji Minbicê venakişe.

7 Adar 2017 - 03:47
7 Adar 2017 - 03:47
 0
HSD ji Minbicê venakişe

Li gor nûçeya Reutersê, hat ragihandin ku dê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku girêdayî HSDê ye parastina navçeyê û hawîrdora wê berdewam bike.

Hêzên Sûriya Demokratîk ku piraniya hêza wan ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêk tên, car din dubare kir ku ew di bin parastin û çavderiya koalîsyona navnetewî de ne.

Li gor îdiayê di daxuyaniyê de hat gotin ku ji sala 2016an a rizgarkirina ji destê DAIŞê ve, Minbic ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve tê parastin û hêzên Amerîkî jî piştgiriya wan dikin.

Ev nûçe bi tevahî 1279 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:44:34