HSD: Komên çekdar ên Şamê êrişî hêzên me kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku droneke komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê li Dêr Hafirê êrişî xaleke wan a leşkerî kiriye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek belav kir û tê de hat gotin ku piştî nîvro dronekê xaleke wan a leşkerî kiriye armanc.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên wan "demildest bi derbên deqîq bersiv daye çavkaniyên êrişê" û di encamê de êrişkar neçar mane ku vekişin.
“Hêzên me demildest bi derbên deqîq bersiv da”
Daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wiha ye:
“Droneke komên çekdar ên hikûmeta Şamê Îro piştî nîvro li devera Dêr Hafirê xaleke me ya leşkerî kir armanc.
Di êrişê de ti ziyanên canî û madî çênebûn.
Hêzên me demildest bi derbên deqîq bersiv da çavkaniyên êrişê, derbên baş li wan xistin û êrişkar neçarî paşvekişînê kirin.
Hêzên me amadebûna xwe ya tam a ji bo rûbirûbûna her destdirêjiyê ducare dikin û diyar dikin ku bersiva me dê her tim li hemberî her kesê ku hewl bide xal û şervanên me bike armanc bibiryar be.”
Nûvekirina herî dawî: 09:12:13