HSD riya Reqa–Dêrazorê kontrol dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) riya di navbera Reqa û Dêrazorê de bi temamî kontrol kir.

7 Adar 2017 - 06:47
7 Adar 2017 - 06:47
 0
HSD riya Reqa–Dêrazorê kontrol dike

HSD ragihand ku, wan karî îro dest danin li ser riya di navbera Reqa û Dêrazorê de bi temamî û niha ew ber bi çemê Ferêt ve di pêşveçûnê de ne.

Duh, Fermandariya Giştî ya Odeya Operasyona Hêrsa Ferêt di daxuyaniyekê de ragihand, ku qonaxa 3em ji operasyona kontrolkirina Reqayê careke din dest pê kir. Piştî ku ew nêzîkî hefteyekê ye, ji bo rewşa seqayê rawestiyabû.

Berdevka Fermî ya Operasyon Hêrsa Ferêt Cîhan Şêx Ehmed roja 26 Sibatê da zanîn, ku di qonaxa sêyemîn de 60 û 147 baxçe ji parêzgeha Reqayê û 46 gund û 19 bexçan li parêzgeha Dêrezorê kontrol kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1226 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:50:23