HSDyê li ser kuştina leşkerên Sûriyeyê daxuyanî da
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku îdiayên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê yên li ser kuştina 2 leşkeran a ji aliyê HSDyê ve “nerast in” û bûyer ji ber teqîna mayînan çêbûye.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk li derdora Bendava Tişrînê xaleke leşkerî bombebaran kiriye û di encamê de 2 leşker hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.
HSDyê di daxuyaniya xwe de agahî red kirin û got:
"Em wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi awayekî teqez piştrast dikin ku ev agahî nerast in û hêzên me li herêma navborî ti operasyon pêk neanîne.
Li gorî amarên meydanî yên di destê me de, bûyer di encama teqîna mayînan a li derdora xala leşkerî ya hikûmeta Şamê de qewimiye û ti pêywendiya hêzên me pê re nînin.
Em pêbendbûna xwe ya bi prensîba gurnekirina aloziyan û parastina aramiyê li herêmên temasê û berdewamiya hewldanên niştimanî yên ji bo rûbirûbûna gefên ku ewlehiya xelkê dikin hedef, ducare dikin.
Em bangî dezgehên medyayê dikin ku rastiyê lêkolîn bikin, xwe bispêrin çavkaniyên pêbawer û vegotinên nerast ên ku rewşê aloz dikin an raya giştî dixapînin, belav nekin."
Nûvekirina herî dawî: 17:02:21