Serok Barzanî: Divê em hêza PDKyê nîşanî her kesî bidin

Serok Barzanî ji bo bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê li Dihokê bi welatiyan û endamên PDKyê re civiya û ragihand, "Eger destûra Îraqê were bicihanîn, gelek ji pirsgirêkan dê çareser bibin."

30 Cotmeh 2025 - 10:31
30 Cotmeh 2025 - 10:31
 0
Serok Barzanî: Divê em hêza PDKyê nîşanî her kesî bidin

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî li ser hilbijartina Parlamentoya Îraqê tekezî li ser wê yekê kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji destpêkê ve baweriya wê bi hilbijartinan û dengê xelkê hebûye û her tim jî bûye yekem û got:

"Sala 1991ê û dema Raperînê, kesî fikra hilbijartinan nedikir lê me behsa hilbijartinan kir û PDK ji hilbijartinên yekem heta hilbijartinên dawî, her tim bûye yekem.

PDKyê her tim xwe bi berpirsyar zaniye û ti carî ji berpirsyariyê nereviyaye û neavêtiye stûyê kesî.

Berovajî wê, berpirsyariya xelkê din jî hilgirtiye."

Serok Barzanî li ser hilbijartin û qonaxa piştî hilbijartinan hêviya xwe anî ziman ku rewş baştir bibe û pirsgirêk werin çareserkirin.

“Serê xwe natewînin”

Serok Barzanî spasiya xelkê Kurdistanê kir ku ji bo xweragiriya wan a li hemberî hemû planan û neşandina meaşan û anî ziman, "Wan selimand ku ew ji bo ti tiştî serê xwe natewînin."

Serok Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de ragihand:

"Eger destûr wekî xwe were bicihanîn, gelek pirsgirêk dê bên çareserkirin.

Her hilbijartinek xwedî girîngiyekê ye û divê em vê carê jî hêz û mezinahiya PDKyê nîşanî her kesî bidin.

Her kesê ku wijdanê wî hebe, dizane ku meseleya parastinê û erka parastina Kurdistanê li stûyê kê ye û her wiha dizane ku ew xizmeta ku di warên avedanî, perwerde, tenduristî, xizmetguzarî, asayîş û aramî, aborî, vejîn û bipêşxistina binesaziya Kurdistanê, projeyên stratejîk û bipêşxistina sektora rê û geştyariyê de hatiye kirin PDKyê kiriye ku ev tişt bi hêsanî bi dest neketine."

Serok Barzanî li ser avakirina kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa berdewamiya hewldanên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de kir û hêvî xwest ku her çi zûtir be hikûmeta nû were avakirin.

Serok Barzanî behsa parastina avê û girîngiya projeyên bendav û hewzên avê kir ku ji bo paşeroja Kurdistanê di warê avê de xwedî girîngiyeke mezin in û got ku xelk dê di paşerojê de zanibe ku çi karekî mezin hatiye kirin.

Serok Barzanî xwest ku bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê bi aramî û dûrî tundiyê werin kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 10 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:38:12