Hulusî Akar, Sergey Şoygu derbarê Rojava de axivîn

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu peywendiyeke telefonî pê anîn

8 Hezîran 2022 - 03:30
8 Hezîran 2022 - 03:30
 0
Hulusî Akar, Sergey Şoygu derbarê Rojava de axivîn

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu peywendiyeke telefonî pê anîn. Li gorî daxuyaniya Wezareta berevaniya Tirkiyê, di peywendiyê de operasyona leşkerî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve ya li ser Rojavayê Kurdistanê hatiye plankirin hatiye nirxandin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tirkiyê, Akar ji Wezîrê berevaniyê yê Rûsyayê Şoygu re behsa geşedanên li Rojava "çalakiyên bi armanca têkbirina aramiya li herêmê zêde bûne" û "bersiva pêwîst wê bê dayîn" û hebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk li herêmê “nayê qebûlkirin” kiriye.

Herwiha Akar gotiye ku divê pabendê lihevkirinên berê yên di vê mijarê de bin.

Ev nûçe bi tevahî 720 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:47:50