Îran: Divê dijî Rojhilata Firatê operasyona leşkerî çênebe

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf dîyar kir ku ew dijî operasyona Tirkîyê ya bi ser bakurê Sûrîyê de ye.

8 Cotmeh 2019 - 07:59
8 Cotmeh 2019 - 07:59
 0
Îran: Divê dijî Rojhilata Firatê operasyona leşkerî çênebe

Zarîf ji hevtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoğlu re got ku divê dijî rojhilata Firatê ti operasyona leşkerî çênebe.

Malpera fermî ya Wezareta Derve ya Îranê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku divê bo serwerîya Sûrîyê û yekîtîya axa wê rêz were girtin.

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku ewê ji bakurê Sûrîyê vekişin û dabû zanîn ku Tirkîye dê dest bi operasyonê bike.

Karbidestên payabilind yên Amerîkî dijî biryara Trump derdikevin û dibêjin ku ‘’Kurd divê bi tenê neyên hiştin’’

Ev nûçe bi tevahî 1032 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:17:41