Serok Barzanî: Em ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê li çareyekê digerin

Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir û têde ragihand: “Em dê hemû hewlan bidin, daku xelkê Rojava nebin qurbaniyên ti karesateke din.”

8 Cotmeh 2019 - 08:02
8 Cotmeh 2019 - 08:02
 0
Serok Barzanî: Em ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê li çareyekê digerin

Serok Barzanî di vê peyama xwe de dilgiraniya xwe li hember pêşhatên nû yên derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de tîne ziman û dibêje: “Em gelek ji geşedanên vê dawiyê yên Rojavayê Kurdistanê dilgiran in.”

Serok Barzanî dibêje: “Emê hemû hewlan bidin, daku piştrast bin ku xelkên Rojava nabin qurbaniyê ti karesateke din.”

Serok Barzanî wiha jî dibêje: “Ji bo dîtina çareyekê ji rewşa Rojavayê Kurdistanê re em pêwendiyan dikin.”

Ev nûçe bi tevahî 1685 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:22:59