Îran: Em naxwazin bi Amerîkayê re peymanekê bikin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî dibêje, ti daxwazên hikûmeta wî yên ji bo dan û standinên bi Amerîkayê re nîne.

Ev daxuyanî wekî redkirina gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump e ku gotibû "Tehran dixwaze ji bo bidawîkirina şer peymanekê bike.”
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di hevpeyvînekê de li gel bernameya Face the Nationê ya kanala CBSyê ya Amerîkayê got:
"Em bi temamî aram û bihêz in. Em tenê welatê xwe diparêzin."
"Ti ezmûnên me yên baş nînin"
Eraqçî diyar kir ku ew ti sedeman nabînin ku bi Amerîkiyan re dan û standinan bikin û wiha domand:
“Çimkî dema ku wan biryar da ku êrişî me bikin em bi wan re di dan û standinan de bûn.
Ti ezmûnên me yên baş bi Amerîkiyan re nînin."
Ev daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Îranê piştî wê yekê tên ku Serokê Amerîkayê Donald Trump roja şemiyê daxuyaniyek dabû.
Trump ragihandibû ku Îran peymanekê dixwaze lê ew ne amade ne bi van mercên niha bi wan re peymanekê bike.
Trump derbarê mijarê de ti hûrgiliyên din nedabûn.
Eraqçî bi tundî bersiv da van gotinên Trump û got:
"Me ti caran daxwaza agirbestê nekiriye û me ti caran daxwaza dan û standinan jî nekiriye."
Rewşa Tengava Hurmizê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbarê rewşa Tengava Hurmizê jî ragihand ku welatê wî amade ye bi wan welatan re dan û standinan bike ku dixwazin keştiyên wan ên petrolhilgir di wê rêya avî ya stratejîk re derbas bibin.
Eraqçî li ser vê mijarê jî got, "Ez nikarim navê ti welatên diyarkirî bînim.
Lê çend welatan pêwendî bi me re daniye û ew dixwazin ji bo keştiyên xwe bibin xwediyê rêyeke ewle."
Nûvekirina herî dawî: 00:32:54











































































































































































