Sebah Nûman: Di demeke nêzîk de sîstemên nû yên berevaniya asmanî digihin Iraqê

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê aşkere kir ku di nava çend mehên bê de, dê karwana yekem a sîstemên berevaniya asmanî bigihe welêt, ev yek jî dê bibe gerantiyeke xurt bo parastina aramiya seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê.

15 Cotmeh 2026 - 10:17
15 Cotmeh 2026 - 10:17
 0
Sebah Nûman: Di demeke nêzîk de sîstemên nû yên berevaniya asmanî digihin Iraqê

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Nûman doh 14ê Cotmeha 2026an di hevpeyvîneke taybet de ligel Kurdistan24ê ragihand, Bexda bi rêyên dîplomatîk bersiva êrîşên derve dide û bi rêkarên yasayî rê li ber aloziyên navxweyî digire; bi taybetî li hember wan aliyên ku naxwazin ewlehî û aramî li welat hebe.

Sebah Nûman herwiha bal kişand ser hevbeşiya stratejîk a di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de û hêzên Pêşmerge wek beşeke bingehîn û sereke ya pêkhateya leşkerî û ewlehiyê ya Iraqê binav kir.

Derbarê dabînkirina çekên giran de, Nûman got: "Di nava çend mehên pêş de dê karwana yekem a sîstemên berevaniya asmanî bigihêje, ku ev yek dê ji bo parastina aramiya seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê bibe piştgiriyeke xurt û gerantiyek."

Di dawiya axaftina xwe de, berdevkê Fermandarê Giştî pîrozbahî li proseya yekxistina hêzên Pêşmerge kir û tekez kir ku hevahengiya bihêz û pevguhertina berdewam a zanyariyan di navbera her du aliyan de, tekane rê ye bo pêşîlêgirtina li têkçûna aramiya navçeyê.

 

Ev nûçe bi tevahî 60 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:09:17